Wîkîpediya:Dîwan (teknîkî)/Arşîv 3

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arşîv 1 Arşîv 2 Arşîv 3

Çavkaniyên ji wîkiyên din

Silav @MikaelF, Penaber49, Avestaboy, Ghybu, û Bikarhêner: Min modula Modul:CS1 translator ji wîkiya îngilîzî kopî kir. Şablonên ku li vir hatine rêzkirin êdî bêyî guhartinê dikarin bi kar bînin.

Wextê tên bikaranîn bi piranî baş xuya dikin lê ji bo netîceyeke baştir divê şablonê bi {{subst: bi kar bînin. Yanî {{Webbref|û çend parametre}} wisa jî dixebite lê belê wextê wisa {{subst:Webbref|û çend parametre}} bi kar tînin, parametre tên tercimekirin. Ji bo zêdetir agahî li ser "subst" (substitution) binêrin en:Help:Substitution#Limitation

Ez dibêjim em dikarin eynî mantiqê ji bo kurdî jî bi kar bînin. Gelo ez li ser kurdîkirina parametreyên şablonên çavkaniyê bixebitim? Ne hemû parametre tenê yên ku herî zêde tên bikaranîn wekî title --> sernav, author --> nivîskar, language --> ziman. Herwiha em navên şablonan jî bikin kurdî? Eger em bikin, divê em parametreyên kurdî wek bernavên parametreyên îngilîzî bi kar bînin da ku rojanekirina modulê hêsan be. Lê belê ê ku rojane bike jî divê bernavên kurdî dîsa li modulê zêde bike. Em dikarin bi botê şablonên heyî jî bikin kurdî. Fikr? --Balyozxane (gotûbêj). 09:40, 10 sibat 2024 (UTC)

Silav bira, ji ber formata wîkîpediya kurdî çiqas naverok bi kurdî bin êdî baş e. Ez dibêjim ev nav bêne kurdî kirin êdî çêtir e. Penaber49 (gotûbêj) 16:18, 10 sibat 2024 (UTC)
@Penaber49 Ez li hêviya hevalên din jî bûm lê hîn ti kes nedîtiye yan jî ne xem e wan e. Navên şablonan wekî wîkîferhengê be çawa dibe? Yanî wisa ji bo ku yên ku ji wir diçin Wîkîferhengê bi hêsanî eynî şablonê bi kar bînin?
Yan jî wisa?
Yan jî wisa?
--Balyozxane (gotûbêj). 11:11, 11 sibat 2024 (UTC)
Silav bira, ez bersivnedayiya hevalan bi tênegihîştina mijarê re girê didim. Ev jî rastiyeke ku her kes di her mijarê de xwedî fikir nînin. Di warê bikaranîna peyvên nû û peyvên kevin ez wiha difikirim; biryardayina bikaranîna peyvan divê bi pêvajoyek nîqaşên kesên zimanzan bê dayîn. Mixabin yek ji me zimannas nîne. Dibe ku li wîkîferhengê peyvên kevin hatibin bikaranîn lê ji bo mijarên sereke ez alîkarê bikaranîna peyvên nû yên wek malper kovar pirtûk im. Ev peyv bêne bikaranîn êdî çêtir e. Penaber49 (gotûbêj) 13:35, 11 sibat 2024 (UTC)
@Penaber49 Bira ez behsa wan nakim. Behsa formatê dikim. Li jor kîjan format baştir e? --Balyozxane (gotûbêj). 13:38, 11 sibat 2024 (UTC)
Silav bira ez formata wekî jêder-malper êdî baştir dibînim. Penaber49 (gotûbêj) 13:51, 11 sibat 2024 (UTC)
Bi min divê şablon (tevî parametreyên xwe) baş bên kurdîkirin, lê ji bo rehetkirina tercimekirinê bila yên îngilîzî jî li ser wîkîya kurdî li kar bin. Wek nav pir ferq nake ji bo min. "jêder-kitêb" an "çavkanî-kitêb" dibe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:08, 11 sibat 2024 (UTC)
{{jê malpera}}; {{jê kovara}}, ... Ghybu (gotûbêj) 16:10, 11 sibat 2024 (UTC)
{{jê kovara}} gelek ecêb dibe wekî {{ji kovara}} an jî {{ji kovarê}} ne baştir e? Formata jêder-kovar xweş dibû ji ber ku {{citation}} jî dê bibûya {{jêder}} û standardtir dibû? --Balyozxane (gotûbêj). 16:19, 11 sibat 2024 (UTC)
@Balyozxane, bi ya min,
{{cite web}} --> {{çavkaniya malperan}}
{{cite book}} --> {{çavkaniya kitêban}}, {{çavkaniya pirtûkan}}
{{cite journal}} --> {{çavkaniya kovaran}}
rind û zelal in. Spas ji bo keda we. Ez di vî warî de gelek nezan im. MikaelF (gotûbêj) 08:41, 12 sibat 2024 (UTC)
@Balyozxane "Yanî wisa ji bo ku yên ku ji wir diçin Wîkîferhengê bi hêsanî eynî şablonê bi kar bînin?" ramaneke baş e, heke Wîkîferheng û Wîkîpediya kurdî êdî bişibin hev. Ji bona min, Wîkîferheng modelek e, gelek rêkûpêk e. Silav û rêz. MikaelF (gotûbêj) 08:57, 12 sibat 2024 (UTC)
@MikaelF Wekî ku te jî got Wîkîferheng û Wîkîpediya di bikaranîna şablonan de bişîbe hev baştir e loma em formata {{jêder-malper}} wek forma sereke bi kar bînin û formên wekî {{çavkaniya malperan}} beralî bikin ji bo ku dîtina formata sereke hêsantir be. Eger ti kes îtîraz neke, piştî ku min parametre kirin kurdî ez ê dest bi guhartina navên şablonan jî bikim.
@Gomada Fikr? --Balyozxane (gotûbêj). 10:28, 12 sibat 2024 (UTC)

Eyarên InternetArchiveBot

Silav @Ghybu. Dikarî li eyarên InternetArchiveBot (g · b · a) [1] binêrî? Çima hîn jî navê kevn ê şablonê {{Mirin girêdan}} şûnda yê nû {{Girêdana mirî}} bi kar tîne? [2] Eger di eyaran de nikarî biguherînî, vê demê em şablonê bar bikin navê kevn. --Balyozxane (gotûbêj). 18:37, 12 sibat 2024 (UTC)

Xisusen ji bo ku em kontrol bikin ka eger em navên şablonan biguherînin, bot dê otomatîk karibe navên nû bibîne an na loma pirs dikim. --Balyozxane (gotûbêj). 18:57, 12 sibat 2024 (UTC)
Silav @Ghybu û Gomada: Ez li hêviya cewaba we me. Bota ji bo guhartina parametreyan hema bêje hazir e. Gelo hûn dikarin daxwaza min a jor kontrol bikin? --Balyozxane (gotûbêj). 17:35, 15 sibat 2024 (UTC)
Silav, Ez di daxwaza te de tiştekî şaş û xerîb nabînim. Ghybu (gotûbêj) 00:59, 16 sibat 2024 (UTC)
Silav. @Ghybu Min got vê iabot.wmcloud rûpelê binêre ka çima InternetArchivebot Şablona beralîkirî bi kar tîne. Te lê nêrî? --Balyozxane (gotûbêj). 04:50, 16 sibat 2024 (UTC)
@Ghybu Te derdê min fêm kir? --Balyozxane (gotûbêj). 14:12, 16 sibat 2024 (UTC)
@Gomada Xêra xwe tu dikarî li vê rûpelê binêrî? Gelo eger navên şablonan li wir hatibin bikaranîn, divê em wan jî bikin kurdî. Eger em nekin, ez dibêjim bot dê nikaribe arşîvên websîteyan li şablonan zêde bike. --Balyozxane (gotûbêj). 11:12, 18 sibat 2024 (UTC)
@Gomada Te lê nêrî? --Balyozxane (gotûbêj). 17:29, 18 sibat 2024 (UTC)

Eger min xwe nedabe baş fêmkirinê an jî we fêm nekiribe, ez ê li xwediyên botê pirs bikim. Dibe ku ew fêm bikin çi hewce ye. --Balyozxane (gotûbêj). 21:03, 19 sibat 2024 (UTC)

Min sernavê şablona {{Girêdana mirî}} kir halê berê ji ber ku bot ti problem dernaxe bi şablonên din a jêderê [3]. Ez ê dest bi kurdîkirina şablonan niha dest pê bikim. --Balyozxane (gotûbêj). 12:00, 22 sibat 2024 (UTC)

MediaWiki:Citoid-template-type-map.json

@Ghybu û Gomada: Hûn dikarin vê rûpelê Bikarhêner:Balyozxane/test.json kopî bikin û li rûpela MediaWiki:Citoid-template-type-map.json bixin ji bo ku şablon bi kurdî be? --Balyozxane (gotûbêj). 16:55, 17 sibat 2024 (UTC)