Siltanatiya Rûmê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Siltanatiya Rûmê
سلجوقیان روم Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: 
Paytext
  • Qonye (1098–1307)
  • Nîkea (1077–1098) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî keyîtî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 1077 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Dema hilweşînê 1307 (Julian) 
 •  Rûerd 400 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Siltanatiya Rûmê dewletekî misilmanên sunî bû ku piştî Şerê Milazgirê ji aliyê tirkên selcûqî[1] li ser erd û gelên Bîzansî (Rûm) yên Anatolyayê hatiye avakirin. Navê Rûm ji bo Împeratoriya Romaya Rojhilat a serdema navîn û gelên wê, wek ku di tirkiya îro de maye hevwate bû.[2]

Siltanatiya Rûmê di sala 1077an de ji Împeratoriya Selçûqiyan a Mezin ku di bin serokatiya Silêman îbn Qutalmiş de bû veqetiya, tenê şeş sal piştî ku parêzgehên Bîzansî yên Anatolyaya navîn di şerê milazgirê (1071) de hatin zeft kirin. Paytexta wê pêşî bajarê Îznîk û piştre jî bajarê Qonyeyê bû. Di dawiya sedsala 12an û di destpêka sedsala 13an de gihîştiye bilindahiya hêza xwe yê dema ser ket ku benderên sereke yên Bîzansê li peravên Deryaya Navîn û Deryaya Reş bigire. Li rojhilat jî siltaniye gihiştiyê heya gola Wanê. Ji Îranê û Asyaya Navîn bazirganiya bi rêya Anatolyayê bi sîstema karwanserayan dihat pêşxistin.

Hilweşîna dewleta Selçûqiyana Anatolyayê gelek mîrgehên anatolyayê yên biçûk (mîrektiyên tirkan) li pey xwe hiştin ku di nav wan de xanedana Osmaniyan jî hebû ku di dawiyê de erdên mayî hate bidestxistin û dibe sedema avakirin Împeratoriya Osmaniyan.

Hikûmdarên siltanatiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siltan Dema hikûmê Notkirin
1. Qutalmîş 1060–1064 Tekoşîn bi hikûmdar Alp Arslan ji bo cîbicîkirina textê Selçûkî yên Împeratorî.
2. Silêman ibn Qutalmîş 1075–1077 de facto hikûmdara tirkmenên derûdora bajarên İznik û İzmitê;
1077–1086 Siltanê fermî û naskirî a Rûm ji aliyê Melik-Şah I ji Selcûqiyên mezin
Damezrênerê Siltanatiya Selçûqiyan a Anatolyê ku paytexta wî li Îznikê ye
3. Qilic Arslan I 1092–1107 Siltana yekem a Qonyeyê
4. Melik Şah 1107–1116
5. Mesûd I 1116–1156
6. Izedîn Qilic Arslan II 1156–1192
7. Giyasedîn Key Xusrew I 1192–1196 Hikûmkirina yekem
8. Ruknedîn Silêman II 1196–1204
9. Qilic Arslan III 1204–1205
(7.) Giyasedîn Key Xusrew I 1205–1211 Hikûmkirina duyem
10. Izedîn Key Kaûs I 1211–1220
11. Elaedîn Key Qubad I 1220–1237
12. Giyasedîn Key Xusrew II 1237–1246 Piştî mirina wî, siltanat heta sala 1260an parve bû, dema ku Kiliç Arslan IV yekane di hikûmê de ma.
13. Izedîn Key Kawûs II 1246–1262
14. Ruknedîn Qilic Arslan IV 1249–1266
15. Elaedîn Key Qubad II 1249–1254
16. Giyasedîn Key Xusraw III 1266–1284
17. Giyasedîn Mesûd II 1282–1296 Hikûmkirina yekem
18. Elaedîn Key Qûbad III 1298–1302
(17.) Giyasedîn Mesûd II 1303–1308 Hikûmkirina duyem

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Canby, Sheila (28 gulan 2020). Seljuqs and their Successors: Art, Culture and History (bi îngilîzî). Edinburgh University Press. ISBN 978-1-4744-5037-9.
  2. ^ Wittek, Paul (20 gulan 2013). The Rise of the Ottoman Empire: Studies in the History of Turkey, thirteenth–fifteenth Centuries (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-136-51319-0.

Giredanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]