Serê Ava Sipî

Serê Ava Sipî an jî Serê Avê (bi tirkî: Beyazsu), gundekî navçe Midyada bi ser Mêrdînê ve ye.

Ev der wek ku miroven li hereme jı xwera ten betlane te binavkirin. Dibeku ev ji weki çihe turizma Kurda ye. Bi rasti ji cîheki gelek xwêş e u mirov dixweze ve dere behna xwe berde.

Cihê geştiyarî: Serê Avê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serê Avê bi şînahiya xwe, bi av û hênikahiya xwe berê xelkê bi xwe ve dikêşe. Ne tenê ji Mêrdînê, lê li gelek navçe û bajarên derdorê jî xelk qesta vê derê dike. Dîmenên Serê Avê ne kêmtir in ji wan navçeyên ku navendên behr û betlaneyê ne. Heta êvarê dengê ribab û çivîkan jî xelata pê re ye.

Çemê şîn yê Serê Avê li Nisêbînê yek ji havîngeh û seyrangehên sereke ye li Bakurê Kurdistanê. Bi hatina havînê re çem dibe cihê kêf û bêhnvedanê. Bi hezaran kes, rojane xwe li vê ava sar û şînahiyê digirin. Dîmenên Serê Avê dişibin navçeyên rojavayê Tirkiyê. Şînahî, tav û av derfeta betlaneyeke têr û tije pêşkêş dike. Zarok û mezin weke di behreke bê binî de melevaniyê bikin. Pêkan e mirov xwarina xwe bi xwe çêbike yan li vir bi pere bixwe.

Serê Avê bi navê xwe yê ‘Ava Sipî’ jî tê zanîn. Li dora çem zêdetir ji 100 cihên xizmetguzariyê hene. Çem 15 kêlometir dûr e ji Nisibînê û li aliyê bakur ve ye. Rojane bi hezaran kes tên û dawiya hefteyê cîh namîne.