Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Tewarîxî cedîdî Kurdistan, anku Tewarîxa cedîd a Kurdistanê (Dîroka nû ya Kurdistanê) yan jî Kitabî tarîxî cedîdî Kurdistan, anku Kitaba tarîxa cedîd a Kurdistanê (Pirtûka dîroka nû ya Kurdistanê) pirtûkeke li ser dîroka kurdan ku ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatiye nivîsandin. Ev pirtûk wenda ye. Hete niha gelek hewil hatiye dayîn, lê ew bêyî netîce mane. Li gor ew agahdariyên ji aliyê Aleksander Jaba ve hatine dayîn, ew pêşgotina ku ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji pirtûkê re hatiye nivîsandin û A. Jaba ew wergerandiye zimanê fransî û heta niha hatiye parastin û gelek kesên din ku di derbarê vê pirtûkê de nivîsandine.
Mele Mehmûdê Bazîdî, di sala 1857an de dest bi nivîsandina vê pirtûkê kiriye. Ew yek nusxe tenê hatiye nivîsandin û hecma wê nêzîkî hezar rûpelan bûye. A. Jaba ew bi pêşgotina pêncê rûpelan pêkhatî (A4) ya ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji pirtûkê re hatiye nivîsandin, wergerandiye fransî û ew di 30yê adara 1867an de ji bo zana û rojhilatnasên rûsî di vî warî de nêrînên xwe bêjin û vê xebatê binirxînin, ji Akademiya Zanistî ya Sankt Petersborgê re şandiye. (Gotarê bixwîne...)
Image 2
Namtar (an jî "namtara "Namtaru"), weke navê wî yê din a. Namtar, tê wate "baxt" jî. Namtar, di mitolojiya Mezopotamya de, xwûdayakî Dojehê û mirinê bû. Namtar, weke peyamnêrê An, Ereşkîgal,aû Nergal.
Namtar (an jî "Namtaru", "Namtara"), kurê Enlîl û Nînlîl bû. Piştî ku bû, Enlîl ew ji bo nexweşî û sawalên birîndar bi berpirsîyar kir. di laşê wî de ku jev nayê beşkirin, ku di awayê Damonan de heftê nexweşî hebûn. Lê ew, ji bo ku wan nexweşîyan pêşî li wan bigirê bû. namtar, xwediyê zanebûna wan nexweşîyan jî bû. Ew, bi navê xwe heta dema Babil, akad û asûrîyan jî tê ziman û bawerî pê tê hanîn. (Gotarê bixwîne...)
Image 3
Şulgî, ( bi sumerî 𒀭𒂄𒄀 Sul-ge(-r) bi wateya cîwanê sumer ) keyekî sumerî ye. Bi navê "dungî" jî tê nasîn. Berî zayinê di navbera 2029 –1982 de desthilatdarî kir. 8 salî li desthilatdariyê ma. Şulgî, kurê Ur-nammu bû. Ur-nammu, keyê Xanadana Urê ya sêuemin bû. Bavê Şulgî, çûbû bi ser Gûtîyan de. Di serê bi Gûtîyan de miribû. Piştre, kurê wî, Şulgî, xwestibû ku tola wî hilde. Bi vê yekê, wî gelek şerên ku bi Gûtîyan re kiribûn bûn. Lê Gûtî, serdestîya wan hebû. Li parastgahê navê xwe da nîvîsandin û xwe weke xwûdê danedenzand. Perestgeha wî, heta deme babiliyan bi bandor hebûna xwe doma.
Şulgî bi navî xwe parastgah çêkirin û rêyên wan xweşkirin. Bajerên ku ew çû wan, li wan deran perestgeh bi navê xwe li wanderan vekir. (Gotarê bixwîne...)
Image 4
Papîrus (kaxeza levenî) yek ji malzemeyên herî kevin ên nivîsînê bû. Ew ji cûreyekî qamîş ê ku pir li bestaNîlê şîn dibû, pêk hatiye. Ji ber ku erzan bû, pir dihat bikaranîn, lê mixabin gelekî di ber xwe nedida; mesele li cihên hêwî papîrûs zûka diriziya. Ji ber vê yekê destnivîsarên papîrûs ên ji demên kevin, bi tenê li cihên ziwa, bi taybetî jî di qûmên Misirê de hatine parastin û dikaribûn heta dema me bên.
Kus, xwûdayekî dema Sumerîyan a. Di dema Akad û babiliyan de jî, hatîya kifşkirin. (Gotarê bixwîne...)
Image 10
Senato (bi latinî: senatus) erka kargerî ya bingehî ya Komara Romê û Împeratoriya Romê bû. Ew ji bêjeya "senex" ("pîremêr") hate çêkirin û bêje tê maneyê civata pîran. Di dîroka Romê de wê 509 b.z. de dest pê kir û heta sedsala 6an dewam kirî bû.
Li Romê ew ser civata kargêriyê bû. Ew ji nêzî 300 endaman pêk dihat. (Gotarê bixwîne...)
Image 11
Hong Xiuquan (Hung Hsiu-chuan; 1'ê çîle ya 1814 - 1'ê hezîran a 1864), Ew serokê serhildana Taiping û serwerê dewleta Taiping e. Dema ku ew mezin bû, wî navê Huoxiu (火 秀) bikar anî. Ew îdîa kir ku birayê Îsa ye.
Komara Kurdî ya Laçînê (azerî: Laçın Kürd Respublikası) dewleta kurdan a ku li rayona Azerbaycanê xwestine ava bikin. Di nav NY'an de nehatiye naskirin.Piştî dagirkirina Qerebaxê ji aliyê Ermenîstanê ve, li herêma Laçîn a Azerbaycanê hewl hat dayîn ku rêveberiya Kurdan bê avakirin. Lê belê ji ber ku piraniya Kurdên herêmê ji ber pevçûnan reviyane hundirê Azerbaycanê, meclîsa ku ji 77 kesan pêk tê ji bo avakirina rêveberiyê bi zehmetî nehate civandin û di 20ê Gulana 1992an de komar hat ragihandin. Her çiqas Wekîl Mistefayêv wek serokê rêveberiyê hat tayînkirin jî di heman salê de hat hilweşandin. (Gotarê bixwîne...)
Image 14
Hegîr-Nuna (an jî Gangîr), Xwûdayake jin ku di mîtolojiya sûmerîyan de dijî ya. Hengîr-Nuna, yek ji wan heft keçên Bau ya. Ji Lagaşê tê naskirin. (Gotarê bixwîne...)