Camren Bicondova
Karê berfirehkirina vê gotarê hê jî berdewam e dibe ku ji ber vê yekê di naveroka gotarê de pêwistiya sereraskirinan hebe. Ji bo berfirehkirina vê gotarê tu dikarî bi bikarhêner a ku li ser gotar dixebite re pêwendiyê pêk bînî û alîkariya berfirehkirina vê gotarê bikî. Ji kerema xwe re vê şablonê rake, heke di maweya heft rojan de tê de ti guherîn tine be! Heke karê te bi vê rûpelê re xilas nebûbe ji kerema xwe re şablona {{tê guhartin}} bi kar bîne! Ev gotar herî dawî ji aliyê Balyozbot (gotûbêj| beşdarî) ve berî 1 saniye hatiye guhartin. (Rojane bike) |
Camren Bicondova | |
---|---|
Jidayikbûn | Camren Renee Bicondova 22ê gulana 1999an |
Esil | Amerîkî |
Pîşe | Lîstikvan,dansoz |
Salên çalak | 2011- roja me |
Bejn | 1,57 m (5 ft 2 in) |
biguhêre |
Camren Renee Bicondova (jdb. 22ê gulana 1999an li San Diego, Kalîforniya,DYA)[1] lîstikvan û dansozeke amerîkî ye . Ew bi rola xwe ya wekî Selina Kyle / Catwoman di rêzefîlma Gotham (2014-2019) de tê zanîn.
Jiyan û kariyera wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bicondova li San Diego, Kalîforniya ji dayik bû. Joshua Bicondova û Jessi Bicondova dêûbavên wê ne.[1] Bavê wê, Joshua, di hêzên deryayê de xizmetê dike. Dema ku Camren biçûk bû, ew bi dêûbavên xwe re çû Hawaiiê, ku ew li dora çar salan lê dijiyan.[1] Bicondova dest bi kariyera xwe wek lîstikvan kir dema ku di şeş saliya xwe de beşdarî pola dansê bû. Piştî ku malbata wê koçî Hawaiiê kir, Bicondova li stûdyoyek herêmî fêrî dansa caz-funk û hip-hopê bû. Di 11 saliya xwe de, ew bû "pêrewa bijarde" ya kongreya dansê ya PULSE on Tour û wekî alîkara hin mamoste û koreografên herî mezin ên welêt li welêt geriya.[2]
Bicondova di sala 2012an de bi dramaya dansê Battlefield America ve bal kişand.[2] Di sala 2011an de, wê û çend kesên din koma dansê 8 Flavahz damezrand, ku sala paşîn beşdarî sezona heftemîn a pêşandana jêhatî ya MTV-ya America's Best Dance Crew bû. Di fînalê de ku di 13ê hezîrana 2012an de bû , kom li dû serkeftî Elektrolytes bû duyem.
Di sala 2014an de, Bicondova rola Selina Kyle ya ciwan di rêzefîlma televîzyonê ya Foxê Gotham de lîst.[3] Wê namzedek Xelata Saturnê ji bo Performansa Herî Baş ji hêla lîstikvanek Ciwantir ve di Rêzefîlmek Televîzyonê de ji bo sezona yekemê wergirt.[4][5] Di nîsana 2019an de, Bicondova biryar da ku di dawiya rêzefîlmê de ne leyze û li şûna wê lîstikvan Lili Simmons ji bo dîmenên 10-salî flash pêş ve hat .[6] Di heman demê de di sala 2014an de, ew di klîba muzîkê ya Krewellayê "Enjoy the Ride" de xuya bû.[7]
Mirovdostî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bicondova piştgirî daye gelek saziyên xêrxwazî û mirovdostiyê, di nav de USO, NOH8 Campaign, Global Citizen Festival û North Shore Animal League America.[8][9][10][11]
Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sal | Sernav | Rol | Nîşe |
---|---|---|---|
2012 | Battlefield America | Prissy | Fîlma dansê |
2014 | Girl House | Girl #1 | Fîlm |
2023 | Festival of the Living Dead | Iris |
Sal | Sernav | Rol | Nîşe |
---|---|---|---|
2011 | Shake It Up | Little Highlighter | Beşa: "Throw It Up"; uncredited |
2012 | America's Best Dance Crew | Contestant | Sezon 7; as part of 8 Flavahz |
2014–2019 | Gotham | Selina Kyle | Rola sereke; 76 beş |
Sal | Hunermend | Sernav | Rol | Nîşe |
---|---|---|---|---|
2012 | Ciara | "Got Me Good" | Backup dancer | |
2014 | Krewella | "Enjoy the Ride" | Girl | |
2018 | Dana Vaughns | "UNDERNEATH" | Backup dancer |
Xelat û berendamî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Sal | Xelat | Kategorî | Berhema berendamî | Encam |
---|---|---|---|---|
2015 | Xelatên Saturn yên 41ê[12] | Performansa Herî Baş ji hêla lîstikvanek Ciwantir ve di Rêzefîlmek Televîzyonê de | Gotham | Berendamî |
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ^ a b c Martina, Birk (4 gulan 2024). "Know about Camren Bicondova; Age,Height,Gotham Dance,Movies". FluxVog (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 gulan 2024.
- ^ a b Feller, Alison (7 çiriya pêşîn 2012). "Camren Bicondova". Dance Spirit (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 7 îlon 2015 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 gulan 2024.
- ^ "About the Show" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 19 tebax 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 gulan 2024.
- ^ Chrisman, Eric (4 gulan 2015). "Gotham & Camren Bicondova Up for Saturn Awards". CapedCrusaders.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 gulan 2024.
- ^ "Variety Youth Impact Report 2015 – Camren Bicondova". Variety.com (bi îngilîzî). 1 îlon 2015. Roja gihiştinê 30 gulan 2024.
- ^ Haring, Bruce (20 nîsan 2019). "Gotham' Star Camren Bicondova Will Cede Catwoman Role In Series Finale Recast". Deadline (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 gulan 2024.
- ^ KrewellaMusicVEVO (6 adar 2014). "Krewella – Enjoy the Ride" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 gulan 2024.
- ^ "Actress Camren Bicondova attends the 78th Anniversary USO Armed Forces Gala". gettyimages.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 gulan 2024.
- ^ "Familiar Faces". noh8campaign.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 gulan 2024.
- ^ "Demi Lovato, Hugh Jackman & More Revealed As Hosts for 2017 Global Citizen Festival". Billboard (bi îngilîzî). 9 tebax 2017. Roja gihiştinê 31 gulan 2024.
- ^ "490 Homeless Animals Found New Families". longisland.com (bi îngilîzî). 31 gulan 2024.
- ^ Lovett, Jamie (3 adar 2015). "Saturn Awards 2015: Complete List Of Nominees". ComicBook.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 sibat 2024.