Rojda

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rojda
Rojda li Amedê performansê dike
Jiyan
Navê jidayikbûnêKadriye Şenses
Jidayikbûn1978
Titin, Misircê, Sêrt, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
Cureyê muzîkêStrana kurdî ya modêrn
PîşeStranbêj
Salên çalak2007-niha
Etîketa qeydêKom Muzîk, Rojda Production
Çalakiyên têkildarMikail Aslan
biguhêreBelge

Rojda (jdb. 1978 li Titin, Misircê, Sêrt, Bakurê Kurdistanê, bi navê xwe yê fermî Rojda Şenses)[1] stranbêjeke kurd a muzîka kurdî ya nûjên e.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojda di sala 1978an de li Tutun, gundekî navceya Misircê ya Sêrtê, ji dayik bûye. Di 12 saliya xwe de dest bi xebatên muzîkê kir. Sê salan di nava komên di bin sîwanên HEP û DEPê de stran got.

Rojda digel koma Gulên Xerzan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî qedandina dibistana xwe, ew di sala 1991an de ji bo xwendina beşa muzîkê diçe Stenbolê, li wir tevlî xebatên (Navenda Çanda Mezopotamyayê) NÇMê dibe û û dibe yek ji solîstên Koma Gulên Xerzan, ya ku ji aliyê birayê wê hatibû damezrandin. Kom di çarçoveya Navenda çanda Mezopotamya xebatên xwe dimeşand. Kom di sala 1994an de albûma xwe ya ewil ya bi navê 'Ji bîr nabin' dikişîne. Duyemîn albûma wan a bi navê 'Sonda Me' di sala 1997an de hate weşandin. Rojda bi taybetî bi strana 'Helîmcan' xwe da nasîn û dengê wê êdî ji aliyê guhdarvanan ve gelek hate ecibandin. Di heman salê de ew tevlî koma Asmîn bû, ya ku ji keçên kurd pêk dihat, lê dmeke dirêj di komê de nema. Sêyemîn albûma komê 'Rukena min' di sala 2005an de hat weşandin. Klîbên 'Memed kanî' û 'Ello dîno' di Festîvala Klîpan a Zaxoyê wek baştirîn klîpên salê hatin hilbijartin.

Kariyera wê ya solo[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojda salekê bi şunde ji Koma Gulên Xerzan vediqete û bi awayeke serkeftî dest bi kariyera xwe ya solo dike. Yekemîn albûma wê ya solo di sala 2006an de tê weşandin û bi stîla xwe ya nûjên û cûda gelek tê ecibandin.[2]

Dozvekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rojda di 25ê adara 2010an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Amedê ve ji ber 'propagandakirina bo rêxistineke îllegal' hat mehkûm kirin û du sal cezaya zîndanê xwar. Berî cezaxwarinê jî serokwezîrê tirk Recep Tayyip erdoxan wê û gelek hunermendên kurd dawetî xwarinekê kiribû, ji bo danasîna 'Pateka Demokrasiyê' (taktîka nû ya AKP ji bo 'çareserkirina pirsgirêka kurd'), lê Rojda dawetê qebûl nekiribû û got ewê tevlî xwarinê nebe.[3]

Stîla Rojda[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endama koma muzîkê ya Gulên Xerzan Rojda bi şirovekirina stranên klasîk mîna strana "Wer Helîmê" dengê xwe gihand mîlyonan. Rojda ku dikare li tenbûr, dahol û erbanê bixe û bijene di heman demê jî de solîstiya Koma Asmîn a ji jinan pêk tê jî kir.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Digel koma Gulên Xerzan:

  • Ji Bîr Nabin (1994)
  • Sonda me (1997)
  • Rûkena Min (2005)

Albûmên wê yên solo:

  • Sebra Min (2006)
  • Hat (2011)
  • Kezî (2014)
  • Siyam (2018)
  • Bazin (2020)

Xebatên din:

  • Mem û Zîn
  • Şahiya Stranan
  • Şevbuhêrka Dengbêja

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Rojnameya Yeni Şakfak: Artık resmen Rojda, ji orîjînalê di 17 hezîran 2004 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2012
  2. ^ Malpera Rojda, beşa 'kurtejiyan', ji orîjînalê di 12 kanûna paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 gulan 2012
  3. ^ International Freedom of Expression Exchange, 30'e adara 2010'an

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]