Here naverokê

Huner Selîm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Huner Selîm
Jidayikbûn9ê adara 1964an (60 salî)
HevwelatîIraq, Fransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xelat
  • Officer of Arts and Letters (2014) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Huner Selîm (Azad Şero Selîm?)(jdb. 9ê adara 1964an, Akrê) derhêner, wênesaz û niviskarekî kurd e.

Bi 17 saliya xwe koçber bûye, di riya Sûrî re berî şerê Îran û Îraqê çûye Îtalyayê, li wir çûye dibistanê û li Mîlanoyê politîk xwendiye, Wî, huner nexwendiye. Piştî hingê çûye Fransayê û li wê derê bo cara yekê dest bi karê sînemayî kiriye. Sala 1996an, di fîlma xwe ya komêdî ya frensî bi navê "Bijît Kurdistan", bo cara yekê xelat wergirt û piştî vê serkeftinê, şeş fîlmên wî yên din jî li nava cîhana sînemayê deng vedan . Îro ew li Parîs'ê wek derhêner, nîgarkêş û nivîskar dijî. Di nîsana 2004an de pirtûka wî Le fusil de mon père (bi kurdî: Tifinga bavê min) derketiye, ya ku bi 40 zimanan hatiye wergirandin.[1] Li festivala filmên cîhanê li Cannes 2005a wezîrê çanda frensî Renaud Donnedieu de Vabres ew "Chevalier des Arts et des Lettres" hate xelat kirin. Ji bo herdu filmên wîyî dawî Kilomètre Zéro û Dol Huner Selîm vegeriya welatê xwe.

Fîlmnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2022 - Şevbaş Pêşmerge
  • 2018 - Kê Lady Winsley Kuşt?
  • 2016 - Cilê Teng
  • 2013 - Welatê Tirş û Tal
  • 2011 - Ger Tu Bimirî, Ez Te Dikujim
  • 2009 - Piştî Hilweşînê
  • 2006 - Sous les toits de Paris
  • 2006 - Dol
  • 2005 - Kilomètre Zéro
  • 2003 - Vodka Lemon
  • 2001 - Absolitude
  • 1999 - Passeur de rêves (English Title: Beyond Our Dreams)
  • 1997 - Vive la mariée... et la libération du Kurdistan

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2004 - Le fusil de mon père (bi kurdî: Tifinga bavê min)

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Çapa nû ya 'Tifinga Bavê Min' tê belavkirin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 21 kanûna pêşîn 2020.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]