Îbrahîm Seydo Aydogan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îbrahîm Seydo Aydogan
Jidayikbûn1976 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Îbrahîm Seydo Aydogan (jdb. 1976 li Qoserê, Mêrdînê) nivîskarekî kurd e.

Jinenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Romannivîs Îbrahîm Seydo Aydogan li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Heta lîseyê jî xwendina xwe li wê derê kiriye. Di sala 1993an de beşa mamostetiya edebiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê ko li Amedê ye kar kir. Di sala 1997an de ji zanîngehê mezûn bû û li Stembolê li lîseyekê dest bi mamostetiya edebiyatê kir. Di ber mamostetiyê re edîtoriya kovara kurdî ya edebî Pelînê kir. Ji destpêka sala 2001ê ve li Fransayê dijî. Di sala 2003an de, li Zanîngeha Sorbonê, li ser Victor Hugo û romanên dîrokî, bi navê "Parîsiyên sedsala 15'an di Notre-Dame de Parisa Victor Hugo de", lêkolîneke masterê kir. Wî di sala 2006an de jî, li Zanîngeha Rouenê, tezeke doktorayê li ser "wext, hevokên kompleks û lihevkirina wextan di romanên kurdî de" amade kir.

Ibrahîm Seydo di şanzdehsaliya xwe de dest bi nivîskariyê kir. Piştî çend salên ko bi tirkî nivîsand û hin nivîs û helbestên wî di kovarên edebî yên tirkî de hatin weşandin, di sala 1996an de bi temamî dev ji tirkî berda û ji wê rojê ve ye ku tenê bi kurdî dinivîsîne.

Aydogan heta niha sê pirtûk nivîsandine. Romana wî ya pêşiyê Reş û spî di sala 1999an de derket. Romana wî ya duyem Leyla Fîgaro, dı sala 2003an de derket.

Pirtûka wî ya sêyem Hezkiriya Xwedê ko ji şeş çîrokan pêk tê, di sala 2005an de çap bû.

Herweha pirtûkeke wî ya helbestan, xebateke wî ya li ser rexneya kurdî ya edebî jî hene ku hê nehatine çapkirin.

Îbrahîm Seydo Aydogan di Tishk TV yê de bernameyeke bi navê Wêje amade dikir.

Ji sala 2007an ve ye ku li Parîsê li Zanîngeha INALCO di beşê kurdî de mamoste ye.

Îbrahîm Seydo herweha pirtûka Orhan Pamuk ya bi navê Romannivîsê Pak û Dilovan (Saf ve Dusunceli Romanci) jî wergerandiye kurdî.

Pirtûka wî ya bi navê Guman ku ji lêkolînên ziman û wêjeya kurdî pêk tê, bi du cildan ve ji aliyê wesanxaneya Lîsê ve sala 2013an hate çapkirin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]