Sêwreg

(Ji Siwêreg hat beralîkirin)
Sêwreg
Siwêreg
Siverek
Sêwreg
Map
Nexşeya bajarê
Sêwreg li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Sêwreg
Sêwreg
Koordînat: 37°45′19″Bk 39°19′1″Rh / 37.75528°Bk 39.31694°Rh / 37.75528; 39.31694
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha (parêzgeh)
SerbajarSêwreg
Hejmara bajarokan3 bajarok
Hejmara gundan121 gund
Qada rûerdê
 • Giştî4.314 km2 (1666 sq mi)
Bilindahî
780 m (2560 ft)
Nifûs
 (2009)
210.400[1]
 • Berbelavî48,8/km2 (126/sq mi)
 • Serbajar
 (2009)
107.634
Koda postayê
63600
Koda telefonê(+90) 414
Map
biguhêreBelge

Sêwreg, Sêwereg, Siwêreg an jî Sêrek[çavkanî hewce ye] (tirkî: Siverek) navçeya Rihayê ye. Siwêreg navçeyeke kurdan e. Di navbera Amed û Rihayê de cih digre, li Bakurê Kurdistanê ye. Nifûsa bajarê di sala 2008an de 105.475, yê hemû navcê jî 204.638 ye. Sêwerek her çend girêdayî Rihayê be jî, ji aliyê dîrokî û erdnîgarî ve zêdetir bi Amedê re girêdayî ye, ya ku ku bi qasî 83 km dûr disekine. Di dema Împaratoriya Osmanî de Sêwreg weke qeza (navçeyek) girêdayî Wîlayeta Diyarbekirê bû û tê zanîn ku niştecihên Sêwregê îro jî xwe ji Amedê re nêziktir hîs dikin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siwêreg her çiqas girêdayî Rihayê be jî, di hêla dîrokî û erdnigarî de zêdetir girêdayê Amedê ye ku 83 km jê dûrtir e, ye. Di Împeratoriya Osmanîyan de Siwêreg di parêzgeha Amedê cih digirt. Lewmane merivên Sêweregê xwe zêdetir weke xelkê Amedê dibînin. Diroka Siweregê pir kevnare ye. Li navçeyê qela, mizgeft, dêr, kanî, bermahiyên dîrokî, sîstema av û kanalîzasyonê hwd gelek in. Li navçeyê gelek ermenî û cihû jî hebûne, lê belê piştî damezrandina Komara Tirkiyê, cihû ji vir çûne. Hinek ji filehan (ermenî) ola Îslamê pejirandine û hêj jî dijîn. Ên ku nebûne Îslam di Komkujiya Ermeniyan de hatine tunekirin.

Navên Sêwregê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dîroka Sêweregê de navê bajêr û navcê gelek caran hate guhertin.

  • Di cavkaniyên bizantînî û ermenî de navê xwe weke Sevaverek derbas dibe. Ev nav tê maneya Xirbeya Reş û kevira herême mebest dike.
  • Sasanîdan bajarê weke Surk bi nav dikirin (Surk navê erda sor a herêmê ye).
  • Farisan navê Serrek lê kirin.
  • Ereban ji bajêr re navê as-Suwaidāʾ bikardianîn. Ev nav tê maneya Reşê û Evînê.
  • Naveke tirkîKankalesi (Kela Xwînê) ye.[çavkanî hewce ye]

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hejmara rûniştvanên Siwêregê 127.000 e. Siwêreg ji Amedê 83 km û ji Rihayê 97 km dûr e. Li vê derê zêdetir Dimilî û Kurmancî tên axavtin. Li navçeyê hinek tirkmen û ereb jî (di Qerecedaxê de) hene. Cotkarî li Sêweregê gelek girîng e.

Bandora eşîran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema ku ji salên 1980yî û pê de gelek herêmên kurdan ji aliyê civakî û siyasî ve vejînek derbas kirin, bandora eşîran li Sêwregê xurt ma. Lewma bazirganî û siyaset li Sêwregê her tim di bin bandora Bucakê de ma, ku eşîreke bi hêz a herêmê ye. Siwêrek herwiha mala Sedat Edîp Bucak e, yê ku parlementerê berê yê DYPê bû û ji qezaya trafîkê ya li Susurlukê sax derket. Ew îro serokê eşîra Bucak e, ku ji damezrandina Tirkiyê heta niha ve li ser navê Sêwregê di parlementoyê de cih girtiye. Sedat Edîp Bucak hîn jî hevalê serokê berê yê DYPê Mehmet Ağar e.[2]

Endamên eşîra Bucak zaza ne, yên ku di sedsala 19an de ji Amedê ve hatine Siwêregê. Bi taybetî di salên 1920an de di Serhildana Şêx Seîdê Pîranî de her tim dilsozê dewletê bûne. Ew alîgirên Partiya Demokrat a Adnan Menderes bûn, lê ji derbeya leşkerî ya 1960an sax derketin. Di salên 1970î de eşîra Bucakê bû hedefa PKKê. Di vê demê de li Sêwreg û Curnê Reşê bi sedan endamên eşîrê ji aliyê dewletê ve wek cerdevan hatin tayînkirin. Bi vî havî herêm bû qada êrîşan li dijî siyasetmedarên ji her alî ve.[3][4]

Jimara gel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Hejmara bajêr Hejmara gundan Kom
2008[5] 105.475 (%52) 99.163 (%48) 204.638
2007[6] 108.094 (%54) 93.674 (%46) 201.768
2000[7] 126.820 (%57) 97.282 (%43) 224.102
1990[8] 63.049 (%47) 70.783 (%53) 133.832
1980[9] 29.464 (%36) 52.558 (%64) 82.022
1975[10] 40.990 (%42) 56.075 (%58) 97.065
1970[11] 34.146 (%38) 55.881 (%62) 90.027

Navdarên Bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundên Sêweregê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Lîsteya gundên Sêweregê

Gelek gund bi vê navçeyê girêdayî ne:

Teyşt bi tirkî(yaygılı) Mizar (bi tirkî: Karakeçi), Xirbê Hestiyan, Bab hwd gundên heri mezin ên Siwêregê ne. Wekî din bi sedan gundên Siweregê hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2009
  2. ^ "SABAH - 04/09/2006 - Ağar'ın Bucak sevgisi". arsiv.sabah.com.tr. Roja gihiştinê 18 gulan 2024.
  3. ^ "Haziran 1980". web.archive.org. 6 kanûna paşîn 2010. Roja gihiştinê 18 gulan 2024.
  4. ^ [https://web.archive.org/web/20101127064549/http://www.belgenet.com:80/arsiv/fazilet_7.html "FP Davas� Esas Hakk�nda G�r�� - Ar�iv - BELGEnet"]. web.archive.org. 27 çiriya paşîn 2010. Roja gihiştinê 18 gulan 2024. {{cite web}}: di |sernav= de di cihê 9 de replacement character heye (alîkarî)
  5. ^ Türkiye İstatistik Kurumu, 2008 Adrese Dayalı Nüfus Kayıt Sistemi (ADNKS) Veri Tabanı[girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08 2009.
  6. ^ Türkiye İstatistik Kurumu, 2007 Adrese Dayalı Nüfus Kayıt Sistemi (ADNKS) Veri Tabanı[girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.
  7. ^ Türkiye İstatistik Kurumu, 2000 Genel Nüfus Sayımı Veri Tabanı[girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.
  8. ^ Türkiye İstatistik Kurumu, 1990 Genel Nüfus Sayımı Veri Tabanı[girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.
  9. ^ Türkiye İstatistik Kurumu, 1980 Genel Nüfus Sayımı Veri Tabanı[girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.
  10. ^ Türkiye İstatistik Kurumu, 1975 Genel Nüfus Sayımı Veri Tabanı[girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.
  11. ^ Türkiye İstatistik Kurumu, 1970 Genel Nüfus Sayımı Veri Tabanı[girêdan daimî miriye]. Dema serlêxistinê: 02.08.2009.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]