Here naverokê

Nimêj

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Nimêj (selat) hat beralîkirin)
Nimêj
Zilamine misilman ku li mizgefta Bangladeşê nimêj dikin rû dixin.

Nimêj, (limêj, mêj) an jî selat (bi erebî: صلاة الجماعة‎‎, lat. ṣalât-ul-câmiʿa) di Îslamê de cûnek duayan e ku li gor qalibek diyarkirî tê kirin.

Nimêja di îslamê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nimêj yek ji penc ruknên ola Îslam ê ye û divê kesên bawer rojê pênc nivêjan bikin. Nimêj di dirokê da ji misilmanan ra li şeva Mîrac ê ferz bûye.

Curên nimêjê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nimêjên ku ferz in: pênc nimêjên rojane û nimêja roja înê (ji bonî zilaman) yê.
  • Nimêjên ku wacib in: Nimêja witr (sê riket nimêja ku piştî eşayê tê kirin) û nimêjên cejnan.
  • Nimêjên ku nafile ne: Nimêjên ku xêçî ferz û waciban zêde tên kirin. Mînak: nimêjên sunnet.

Rekatên nimêjê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rekat nimêjê de yek rabûn, yek xwar bûn û du secdeyan ra tê gotin.

Dema nimêjê Sunnetên ku berî ferzan tên kirin Ferz Sunnetên ku piştî ferzan tên kirin Witr Tevahî
Sibe 2 2 - - 4
Nîvro 4 4 2 - 10
Esir/Piştî Nivro 4 4 - - 8
Mexreb/Êvar - 3 2 - 5
Eşa/Şev 4 4 2 3 13

[1][2]

Ferzên nimêjê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ferzên nimêjê 12 in. Şeş ferz bi xwe di dervayê nimêj da ne û ji vana ra "şertên nimêjê" tên gotin. Şeşê din jî di nav nimêjê da ne û navê wan jî "ruknên nimêjê" ne. Ji bona ku nimêj were bi cîh, gerê hemû ferzên nimêjê werin şindê.

Li gora mezhebên Şafiî û Henefî şertên nimêjê:

  • Bi avê destnimêj girtin yan jî av li xwe kirin
  • Paqij kirina gemariyê li ser bedena xwe, kincên/cilên xwe û şinda nimêj kirinê.
  • Por kirina bedena xwe
  • Her nimêj gerê di dema xwe da were kirin.
  • Gerê di hêla qibleyê da were nimêj kirin. Qible di hêla xaniyê pîroz Kabe yê li bajarê Mekke yê ye.
  • Nêt kirin: Gerê mirov bizanî ku kîjan nimêjê dike û bi dilê xwe bînî bira xwe.

Ruknên nimêjê

  • Tekbîra destpêkirinê: Bi gotina tekbîrê dest bi nimêjê kirin
  • Qiyam: Di nimêjê da li ser nigan/piyan sekinîn
  • Qiraet: Li ser piyan hinek Quran a Pîroz xwendin (Sûreya Fatihe û hinek ji sûreyeke din a Qur'anê)
  • Rukû': Xwe xwar kirin
  • Secde kirin: Mirov di secdeyê da çokên xwe, herdû destên xwe û eniya xwe didin ser erdê. Du secde tên kirin û di navbera herduyan da hinekî tê rûniştin (qasê ku bêjî Subhanellah)
  • Qade (rûniştin): Di dawiya nimêjê da qasî xwendina duaya Ettehiyatû rûniştandin.
  • Selam: Bi gotina Esselamu 'eleykum we rehmetullah' li ser milê rastê û çepê nimêj bi dawî dibe.

Tiştên nimêjê xera dikin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Qise kirin
  • Xwarin yan jî vexwarin
  • Bi dengekî bilind kenîn
  • Ji yekî din re silav dan yan jî silava yekî din girtin
  • Guherandina hêla Qible yê
  • Girandin (lê ji tirsa Xwedê girandin nimêjê xera nake)
  • Bi zanebûn kuxîn (lê bi kuxika dest mirov nîne nimêj xera nabe)
  • Di nimêj da bi karekî din ra mijûl bûn
  • Pifê tiştekî kirin
  • Qurana Pîroz xera xwandin
  • Xerabûna destnimêjê
  • Gava di nimêja sibê da roj hil were
  • Bîrva çûn û dîn bûn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "How many Rakat in Salat | Salah | Rakaat | Namaz". islamicacademy.org. Roja gihiştinê 23 nîsan 2022.
  2. ^ "Islamic Prayer Times in Mountain Time Zone · Penny Appeal Canada". Penny Appeal Canada (bi îngilîziya kanadayî). Roja gihiştinê 23 nîsan 2022.