Here naverokê

Ferhad Shakely

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ferhad Şakelî hat beralîkirin)
Ferhad Shakely
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Uppsalayê (en)
Zanîngeha Stockholmê (en)
Zanîngeha BexdayêLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe

Ferhad Shakely, ango Ferhad Şakelî, nivîskar û helbestvanekî kurd e[1].

Ferhad Şakelî di sala 1951ê de li başûrê Kurdistanê, li herêma Kerkûkê hatiye dinyayê.

Ew li Kurdistanê di salên 1973–74an de di rojnameya Birayetî de dixebite û li Swêdê jî di hundirê deh–panzdeh salan de bi kurdî û swêdî du kovaran Svensk–Kurdisk Journal 1985–1989 û Mamostay Kurd 1985–1996 derdixe. Di destpêka salên 1970î de li zanistgeha Bexdayê ziman û edebiyata kurdî kurdî xwendiye. Di salên 1974-1975an de pêşmerga bû. Li pey belavbûna şoreşa Kurdistanê du salan li Sûrî û Libnanê mijûlê karê siyasî û çandî bû. Di sala 1977an de hat Almanyayê û nêzîkî salekê li wê derê ma, paşî hat Swêdê.

Wî heta niha heşt kitêbên şiîran û kitêbeke kurteçîrokan bi kurdî weşandine û heft kitêbên zarokan jî ji swêdî wergerandine zimanê kurdî.[çavkanî hewce ye] Wî bi swêdî jî kitêbeke helbestan û du antolojî weşandine. Wekî din bi nave Kurdish Nationalism in Mem û Zîn of Ahmed–i Khani kitêbeke bi îngilîzî derxistiye û şiîran wî hatine wergerandin bo zimanên înglîzî, swêdî, erebî, farsî, îtalî, îslendî û tirkî bûne[2].

Ferhad Şakelî yek ji zimannas û kurdîzanên herî navdar, naskirî û berhemdar yên Kurdistanê ye. Ew herdu zaravayên kurdiya başûr û bakur (soranî û kurmancî) baş dizane û dersa rêziman û edebiyata kurdî dide û ta niha gelek vekolînên zanistî liser edebiyat, dîrok, fîlozofî û tesewuf li Kurdistanê bi înglîzî û kurdî belav kiriye.[çavkanî hewce ye] Şakelî herweha fêrî zaravayên Hewramî û zazakî jî dike.

Ew niha (2012) li Swêdê dimîne û li Zanîngeha Uppsalayê mamostetiya zimanê kurdî dike.

Çend berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]