Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Heft nuwazeyên cîhanê , navê heft avahiyên ku li gorî nivîskarên yewnan ên Antîkê yên herî ecêb û bedew ên cîhanê bûne. Ji ber windabûna piraniya van avahiyan (roja îro bi tenê pîramîdên Gîzeyê dimînin) di sala 2007'an de lîsteyeke nû yên heft nuwazeyên cîhanê hat çêkirin.
Avahî
Cih
Avaker û dema avakirinê
Dem û sedema rûxînê
Wêne
Pîramîda Keops
Gîze , Misir 29°58′45.03″Bk 31°08′03.69″Rh / 29.9791750°Bk 31.1343583°Rh / 29.9791750; 31.1343583 (Pîramîda Keops )
Bi destê fîrewn Keops, 2550 berî zayînê
Pîramîdên Gîzeyê îro dimînin.
Bexçeyên Hilawistî yên Babîlê
Babîl , Îraq 32°32′08″Bk 44°25′39″Rh / 32.5355°Bk 44.4275°Rh / 32.5355; 44.4275 (Bexçeyên Hilawistî yên Babîlê )
Di dema Nebukadnezarê II 'de[1] ji bo prensesa Med Amytis hatiye çêkirin (berî zayinê salên 600'î)[2] [3]
Dîroknas nizanin, dibe ku cihekî afirandî be.
Peykerê Zeus ê Olîmpiyayê
Olîmpiya , Yewnanistan 37°38′16.3″Bk 21°37′48″Rh / 37.637861°Bk 21.63000°Rh / 37.637861; 21.63000 (Peykerê Zeus ê Olîmpiyayê )
Ji aliyê Phidias ve, 430 berî zayînê
462'a piştî zayînê, agir pê ketiye.
Perestgeha Artemîsê ya Efesê
Efes , Tirkiye 37°56′59″Bk 27°21′50″Rh / 37.94972°Bk 27.36389°Rh / 37.94972; 27.36389 (Perestgeha Artemîsê ya Efesê )
560 berî zayînê
263'a berî zayînê, agir pê ketiye.
Aramgeha Mausolos a Halîkarnasê
Halîkarnas (Halîkarnasos, îro Bodrum e), Tirkiye 37°02′16″Bk 27°25′27″Rh / 37.0379°Bk 27.4241°Rh / 37.0379; 27.4241 (Aramgeha Mausolos a Halîkarnasê )
360 berî zayînê
1493-1522 zayînî, hatiye rûxandin.
Peykerê Gewre yê Rodosê (peykerê xwedawendê hetavê Heliyos )
Rodos , Yewnanistan 36°27′04″Bk 28°13′40″Rh / 36.45111°Bk 28.22778°Rh / 36.45111; 28.22778 (Peykerê Gewre yê Rodosê )
Ji aliyê Kares ve, 304-292 berî zayînê
225 berî zayînê, ji ber erdhejekê
Birca Çirayê ya Îskenderiyeyê (çiraya behrê ya Îskenderiyeyê)
Îskenderiye , Misir 31°12′50″Bk 29°53′08″Rh / 31.21389°Bk 29.88556°Rh / 31.21389; 29.88556 (Birca Çiraxê ya Îskenderiyeyê )
285-246 berî zayînê
1300 zayînî, ji ber erdhejekê
Heft nuwazeyên cîhanê li gorî American Society of Civil Engineers (1994) [ biguhêre | çavkaniyê biguhêre ]
Di sala 1994'an de Yekîtiya Endazyarên Amerîkayê lîsteya xwe ya Heft nuwazeyên cîhanê pêşkêş kir. Daxwaza wan ew bû ku lîsteya heft nuwazeyên cîhanê modern bibe.