Destpêk
Ji Wîkîpediya
Hûn bi xêr hatin Wîkîpediya kurdîPêwendî · Çapemenî · Dîroka Wîkîpediya · Statîstîk · Zimanên din · Alîkarî |
|
Nûçeyên Wîkîpediya
Bo cara yekemîn, bi navê Kurdistan tîmeka fûtbolê tevlî lîstikên Kûpaya Cîhanî ya Viva (Viva World Cup) bû. Lîstikên Vivayê di nava 7'ê tîrmehê - 13'ê tîrmehê 2008'î de hatibû plankirin. Kûpa bi navê "Pokala Nelson Mandela" xelatek dide û îsal listikê xwe li Swêdê dike. Tîma Başûrê Kurdistanê di roja yekemîn a kûpayê de, li dijî tîma Samîlandê têkoşiya û skor 2-2 bidawî hat. Herçendî tîma Kurdan biserneket jî, ji Amedê heya Kerkûk, Qamişlo û Mehabadê dilê Kurdan bû yek. Kesên ku nedikarîn maşê temaşe bikin, ji xizmên xwe yên li Ewropa dijîn agahî xwastin. Li hin bajarên Bakurê Kurdistanê ciwanan ala Kurdistanê bi otomobîlên xwe ve kirin. 'Sedsaliya SOSê hate pîrozkirin' Ji vir sed sal berê tevlîheviya sîgnalên alîkariyê hatibû bidawîkirin û sîgnala alîkarîxwastinê ya bi alfabeya Morsê ye SOS, bi biryareke navneteweyî hatibû pejirandin. Biryar di kongreya duyemîn a radyotelegrafiyê ya li Londonê civiyabû de hate girtin. SOSê heya niha bi hezaran mirov ji mirinê filitand û alîkariya koordînatî da bi hezaran keştiyan. Mixabin dîsa jî wekî Tîtanîkê gelekan, herçendî sîgnala SOSê dabûn jî alîkarî wernegirtin. Keştiya li nêzîkê Tîtanîkê diçû SOS bihîstibû lê operatorê keştiyê guh nedabû sîgnalê û çûbû xewê ketibû. Niha ewçend SOS nayê bikaranîn, tenê hobîhezên bêtêlan bi alfabeya Morsê ragihandinê dikin. 'Mêr heya 35'î dikarin Kazanowa bin' Di lêkolînekê li ser 12.200 parcotên terapiya avisiyê werdigirin de hat pêderxistin ku piştî 35 salî, potansiyela bavtiya mêran berekêm dibe. Lêkolîn li Fransayê hate kirin û destkeftiyên wê di Konferansa Asta Zayinê ya Ewropayê ya li Spanyayê de hate vegotin. Lêkolînê da eşkerekirin ku rîska zarokberçûyînê jî zêde dibe. Zanistan dîtin ku piştî 35 salî di rewşa DNAyî ya sperman de xerabûn pêk tê. Di nava rayagiştî ya Kurdistanê de baweriya "mêr bû sed salî jî mêr e" heye. Lêkolînê ev bawerî pûç derxist. Heger mêr ji 40'î berjor bin rîska zarokberçûyînê ji sê paran yek e. Beriya niha jî, xebatên zanistî dabû zanîn ku asta xwedîzarokbûna jinan jî, pîştî 35'î kêm dibe. 'Hawar êdî Romî (Tirkî) kete gundên Kurdan jî!' Heya salên 1940'î li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê, tenê bi Kurdî dihate axavtin. Bi destpêka polîtîkaya Tirkiyeyê ya "Pişavtin, helandin û tunekirina Kurdan" hêdî hêdî zimanê Romî bû serdest. Zanyaran siyaseta Dewleta Romê bi navê "komkujiya spî" binavdikirin. Îro serî de li Amedê, li hemî bajarên Bakur zimanê Kurdan ê sereke, bûye Tirkî. Hikûmetên Turgut Özal, di salên 1988-1994î de elektrîk dan gundên Kurdan. Heya wê demê 87 % gundên Kurdan bêî elektrîk bûn. Dewleta Romê li bendavên xwe yên li Kurdistanê ne hilberîna elektrîkê dikir û heya bigire difirot Bulgaristan, Sûrî û Îranê jî lê nedida gundên Kurdan. Niha li pirraniya gundan elektrîk heye. Lê hatina elektrîkê zimanê Kurdî jî xist xetereyê. Zarok û nivşên nû hêdî hêdî hewla Tirkîaxavtinê dikin û di nava xwe de bi Tirkî diaxivin. TV, Radyo û înternet wekî mamosteyên dersa Tirkî kar dikin. TVên Kurdî jî pirranî bi Tirkî, Erebî yan zaraveyên din ên Kurdî weşanê dikin. Dîsa TVên Kurdan, bernameyên ku bala nivşên nû dikişînin çênakin. Siyasetmedarên Kurdan jî xwedî ti polîtîkayeke bo pêşîlêgirtina tunebûna Kurdî nînin. 'Xema kê ye erdhej û tunekirina aboriya Kurdan?!' Li hin deverên navçeya Mûşê Gimgimê ji nişka ve kanên avê peydabûn. Ava germ a dikele bû tirsa gel. Serokê parêzgeha Mûşê serîlêdana hin gundên Gimgim a Mûşê kir û got "her tişt di bin kontrola me de ye û xetere nîne". Lê jeolog dibêjin avên dikelin ên binerdî û madenî nîşanên erdhejê ne. Yên ji nişka ve peyda dibin jî lêpayîna erdhejê bilindtir dikin. Dîsa waliyê Mûşê zu de ye, hewla tunekirina cureyên ajalên malî yên Kurdan dike. Walî di axavtinên xwe de dibêje "Cînsên ajalên malî yên heyî, prîmîtîv û kêmber in. Em li ser projekteka belavkirina ajalên nûjen dixebitin". Hin kes dikevin şikan ku ew ê ajalên ku bi DNAyên wan hatine lîstin bidin wan. Beriya niha, ji bo ewlekariyê hemî daristanên Kurdan hatibûn rûxandin. Li parêzgeha Mûşê jî herwiha derketina zozanan qedexe bûbû û aboriya gel berî bi tunebûnê çûbû. Lewra gelê herêmê pirranî bi xwedîkirina ajalan jiyana xwe birêvedibirin. Projekta serokê parêzgehê ya nû, gelê herêmê xistiye nava gumanan û tirsan. Ti hêz, kom û zanyarekî Kurdan jî ji gel re nebûne alîkar.
Şaredariya Yenişehir (tê wateya bajarê nû) a Amedê, bi navê "Hezar hêvî bo jinan" projektek fêrkirina Tirkî xwandin-nivîsandinê dimeşîne. Di nava salekê de dîplom dan 224 jinên Kurd. Herwiha 95 zarokên Kurd jî, di dibistanên dê-bavtiyê de fêrî zimanê Tirkî bûn. Serokê şaredariyê û gelê Kurd bi projektê gelek serbilind bûn. Birêvebiran dan zanîn ew ê di paşerojê de jin an zarokek Kurd ê Tirkî nizane nehêlin. Beriya niha hin partiyên legal ên Kurdan jî, kursên zimanê Tirkî lidarxistibûn. Bi taybetî li bajarên mezin ên Tirkiyeyê van partiyên Kurdperwer xizmeteke mezin bo zimanê Tirkî kiribûn. Hêvî heye ku belediyeyên Kurdan ji saziya ziman a Tirkan TDKê xelatê wergirin. Gelê Kurd, ji niha ve bo Tirkkirinê dest bi diayan kirine. Niha li kolanên Yenişehirê axavtinên wiha tên bihîstin : "Kuro lawo Türkçe konuş çok konuş, nedir Kürtçe bırak onu, gel mutlu ol. Hop Ayşe hop. Sağa dön Kürt Mehmet, nöbete marş!".
Li navçeya Aydınê Didimê ku li rojavayê Anatoliyayê dikeve, sê karkerên Kurd ji aliyê polîsan ve hatin lînçkirin. Karker bi giranî birîndar bûn û polîsan ew girtin. Karker, li navenda polîsan jî tên êşkence kirin. Navê wan Necmettin Elveren, Davut Elveren û Ekrem Öztaş e û ji Agirîyê hatibûne. Polîs bi îdîaya ku nasnameyên wan ne bi wan re bûye vê yeka han dikin. Bûyer di 27'ê pûşperê de pêk tê û deh polîs wan li navenda polîsan a bi navê Altınkumê du saetan êşkence dikin. Karkeran, piştî bûyerê wiha ragihandin: "Me ji wan re got werin kargeha me em ê nasnameyê xwe rave bidin, lewra li xewxaneyê ne. Wan bêî sedem li ber çavên xelkê êrîş anîn ser me û dijûn bo Kurdbûna me dan. Ji me re gotin çi karê we heye li vir Kurdên pîs, herin çiyê. Hûn hemî PKKî ne. Ev du mang e em li vir dixebitin û birastî her roj li me heqaret dikin. Me Kurdan naxwazin û dijminiya me dikin". Karkeran bo alîkariya dadî serî li şaxa saziya mafê mirovan İHDê dan. Gotara hefteyêRexistina Dewletên Neftê Dervefiroş, bi kurtî OPEC (ji înglîzî: Organization of the Petroleum Exporting Countries) rêxistinek navnetewî ye ku di navbera 10 û 14'ê rezbera 1960'î de li Bexdayê hat damezrandin. devam... |
Zazakî û Soranî!بەخێرهاتن بۆ ویکیپێدیا
لێرە، ویکیپێدی، ئەنسیکلۆپێدیای ئازادی کوردی، یەکەم ئەنسیکلۆپ دیا به زمانی کوردی لە گەشەدایه ئێوە ئەو ئەنسیکلۆپێدیایه دەنووسن ماڵەوه Şima xêr ameyî!
Îtîya de Wîkîpediya, ensîklopediya verên bi ziwanê kurdkî vecîyena. Ina ensîklopediya azadî her merdim bese keno nuşteyan binuso yan zî bivurno. |
|
|
|
Malbata Wikimedia
|
|

